Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Seretayî ya Sedema Mirina Graham Hat Ragihandin

Senator Lindsey Graham
Senator Lindsey Graham

Li gor encamên destpêkê yên lêkolînerê bijîşkî yê Washington, D.C., Senatorê komarî Lindsey Graham, roja Yekşemê bi sedama çirîna damara sereke ya xwînê – jîyana xwe ji dest daye.

Ev çûre çirîn rewşeke metirsîdar a bijîşkî ye, jiber ku qata hundirîn a damara sereke ya xwînê di laşê mirov de diqete û rasterast bi dil ve girêdayî ye ku xwîna paqij ya bi oksîjenê dipijiqîne tevahîya laş.

Ofîsa Graham ragihand ku lêkolînerê bijîşkî çirîna damara Graham bi nexweşîya hişkbûna damaran ve girîdayî ye.

Ev encamên destpêkê jibo mirina jinişkave ya Graham ravekirina bijîşkî ya yekê pêşkeş dike, lê hat destnîşankirin ku jibo raporta dawî tîma bijîşkî ya lêkolînê li benda raportên toksîkolojîyê ye.

Senatorê Komarî yê Karolînaya Başûr Lindsey Graham roja Şemîyê di 71 salîya xwe de koça dawî kir.

Graham ji 2003’an ve li Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka nûnertîya wîlayeta Karolînaya Başûr dikir û berê çar geran jî li Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka xizmet kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG