Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham Daxwaza Vegera Siyaseta Berê ya Hember Îran, Hemas û Hizbullahê Dike

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham îro Sêşemê got ku ew dixwaze ku Serokê Amerîkayê Donald Trump siyaseta xwe ya berê li ser Îranê vegerîne, di demekê de ku danûstandin di navbera herdu alîyan de berdewam dikin.

Graham li ser platforma X'ê destnîşan kir ku xula yekem a Trump "siyasetek zelal hebû ku rê nedida Îranê piştgirîyê bide rêxistinên terorîst ên mîna Hemas û Hizbullahê." Wî got ku ew hez dike heman siyaset di xula duwem a Serok Trump de were domandin.

Senatorê Komarî yê navdar got ku "divê her peymanek bi Îranê re bi eşkereyî were diyarkirin ku eger Îran di siberojê de piştgirîyê bide rêxistinên terorîst ên mîna Hizbullah, ewê bi cezayên giran û pîvanên din ên cezakirinê re rû bi rû bimîne."

Hêjayî gotinê ye Senator Graham roja Yekşemê diyar kir ku ew ligel Serok Trump axivîye û piştgirîya xwe ji bo peymaneke bi Îranê re piştrast kiriye. Wî got "Ez bawer im ku di dawîya rojê de, Serok Trump dê bi Îranê re peymaneke xirab qebûl neke."

This item is part of
XS
SM
MD
LG