Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Graham Piştgirîyê Dide Helwesta Serok Trump Derbarê Îranê

Senatorê navdar ê Amerîkyî Lindsey Graham piştgirî da banga Serok Donald Trump ji bo "radestbûna bê merc" a rejîma Îranê.

Graham roja Înê Îran wekî "mezintirîn dewleta sponsora terorîzmê li cîhanê" binav kir û rejîma Îranê tawanbar kir ku ew hewl dide çekên navokî bidest bixe.

Di postekê de ser platforma X'ê, Senatorê Komarî got ku Îran piştgirîyê dide komên çekdar û mûşekên balîstîk ava dike ku dikarin metirsîyê li ser Amerîkayê bikin.

Senator Graham bawer dike ku biryara Serok Trump ya radestbûna Îranê bê şert û merc "tekane rê ye ji bo bidawîkirina vî cinawirê Îranî" û destnîşan kir ku divê gelê Îranê di bin desthilateke lawaz de nebe ku berpirsa kuştina "zêdetirî 32,000 welatîyên xwe" ye.

Di daxuyanîya xwe de, Senatorê wîlayeta South Carolina herwiha berhevkirinên dîrokî yên bi Şerê Cîhanê yê Duyem re jî kir û destnîşan kir ku têkçûna rejîmên wekî Almanyaya Nazî û Împeratorîya Japonî ji bo aştîya cîhanê pêwîst bû.

"Wekî ku di Şerê Cîhanê yê Duyem de, ji bo ku cîhan careke din aştîyê bibîne, divîya bû xerabîyên Almanyaya Nazî û Împeratorîya Japonê werin têkbirin. Heman tişt li ser Îranê jî dibe. Divê ew werin têkbirin."

Graham pesnê Serok Trump da ji bo rêberîya wî ya bihêz di bidestxistina vê armancê de û pesnê hemû kesên ku beşdarî 'Operasyona Hêrsa Dastanî' bûn.

XS
SM
MD
LG