Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Graham: Emê Xiyaneta Kurdan Nekin

Şandeke senatorên Amerîkayî bi serkêşîya Lindsey Graham îro Şemîyê ligel karbidestên Kurdên Rojava li Munich a Almanyayê kom bû, li demekê ku Senatorê Komarî dibêje "emê xiyaneta Kurdan nekin."

Graham û Senatorê Demokrat Richard Blumenthal li qiraxa Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê ligel Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Ofîsa Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser Îlham Ehmed civîyan.

Ti hûrgilî derbarê naveroka civînê heta kêlîka belavbûna vê raportê derneketine.

Graham û Blumenthal di 29ê Çilê de projeyasaya parastina Kurdan anîn ber Kongresê li dema ku hêzên Kurdên Rojava rastî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûrî dibûn.

Di hevpeyvînekê de îro Şemîyê ligel rojnamevan û çalakvana Êzîdî-Kurd Duzen Tekkal de, Senator Graham got ku wî projeyasayek heye ku "dê cezayê bide her welatekî ku piştgirîya tevgera leşkerî ya (hikûmeta Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed) el Şeri dike li devera Kurdan."

Di heman hevpeyvîna li Munichê, qanûndanerê Amerîkayî da zanîn ku "emê xiyaneta Kurdan nekin. Me pêşveçûna hêzên el Şeri rawestand. Ez rijd im wê yekê piştrast bikim ku ewên alîkarîya me di tunekirina Daişê de kirin, anku hevalbendên me yên Kurd di HSDê de, cihekî li Sûrîyê bibînin. Nabe yek Sûrîye bi rîya hêza leşkerî bibe."

Hêjayî bîrxistinê ye ku niha bernivîsa Qanûna Parastina Kurdan li ber destê Komîteya Karûbarên Bank, Akincîbûn û Bajarî ye. Eger bernivîs di komîteyê de hate erêkirin, ewê paşê here bo hemû endamên Civata Senatoyê bo dengdanê. Eger li wir jî bi piranî hate pesendkirin, hingê dê biçe bo Civata Nûneran. Eger li herdu civatan hate erêkirin, îca diçe ser maseya Serok bo îmzekirinê.

XS
SM
MD
LG