Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Lindsey Graham û Erdogan li Enqerê Dicivin


Senatorê Komarî Lindsey Graham û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro Înê li Enqerê kom bibin.

Li ber e ku Graham û Erdogan ser Sûrîyê û mijarên dualî yên Amerîka û Tirkîyê biaxifin.

Senatorê Amerîkî dê bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar re jî bicive.

Graham di Kongresê de yek ji alîgirên pêş yên Trump e, lê ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê, Trump bi tundî rexne dike.

Piştî êrîşa xwekujî ya li Minbicê, ku 16 kes hatibûn kuştin û Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya wê girtibû ser xwe. Graham gotibû ku ragihandina vekişîna Amerîka ‘’wêrekîyê dide hêzên dijminan’’ û dîyar kiribû ku ‘’heman tişt li Îraqê jî qewimî’’

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.

XS
SM
MD
LG