Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham: Ger Tirkîye Dijî Bakurê Sûrîyê Operasyonê Çêke Ewê bi Toleyên Giran re Rû bi Rû Bimîne


Senatorê Komarî Lindsey Graham dijî Tirkîyê careke din gef xwarin.

Graham ji Twitterê da zanîn ku ger Tirkîye di bakurê Sûrîyê keve ewê bi toleyên giran re rû bi rû bimîne.

‘’Ger Tirkîye di bakurê Sûrîyê keve ewê Kongres dijî wê toleyên ji dojehê derketine ragihîne. Toleyên berfireh, kûr û hilweşîner’’ Graham nivîsî.

Hêjayî balkişandinê ye Graham yek ji alîgirên herî li pêş yên Serok Donald Trump e.

Trump jî gotibû ku ger Tirkîye di operasyona gumankirî ya dijî bakurê Sûrîyê de ‘’sînoran derbaz bike’’ ewê aborîya wî welatî hilweşîne.

XS
SM
MD
LG