Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ariana Grande bo Qurbanîyên Êrîşa Manchester'ê Konsertekê Dide


Ariana Grande
Ariana Grande

Popstara Amerîkî Ariana Grande radigihîne ku ewê jibo qurbanîyên êrîşa hefteya borî ya li Manchester’ê konserteke bide.

Di konserta bi navê "One Love Manchester'' de ku dê di roja Yekşemê de were kirin, stranvanên mîna Justin Bieber û Katy Perry jî beşdar bin.

Di êrîşa xwekujîa ya 22’ê Gulanê de, di konserta Grande ya li Manchester Arena de, 22 kes hatibûn kuştin, pirtir ji 100 kesên din jî birîndar bûbûn. Piranîya kesên kuştî qîzên nûgiheştî yên hezkirîyên Grande bûn û yên mayîn jî dêûbav bûn ku di dema peqînê de li benda zarokên xwe bûn.

Polîsên Brîtanî ragihandibû ku êrîşvan Salman Abedi yê 22 salî bû ku ji Manchester’ê ye. Polîs hîn ji vekolîna xwe didomîne ku bizane kesekî alîkarîya Abedi kiriye yan ne, lê heta niha pirtir ji 10 kesan, girêdayî êrîşê hatine girtin.

Bira û bavê Abedi jî li Lîbya hatibûn desteser kirin û karbidestekî Lîbyayî ragihandibû ku birayê wî Haşîm, ji êrîşa Salman agahdar bû.

XS
SM
MD
LG