Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Yûnanistanê Beşdarî Hilbijartinên Dubarekirinê Dibe


Dengdêrên Yûnanî îro Yekşemê berê xwe dan sindoqên dengdanê bo cara duwem di nav kêmî mehekê de jibo parlemaneke nû hilbijêrin.

Tê çaverê kirin ku dengdêr dengên xwe bidin parêzkarên serokwezîrê berê Kyriakos Mitsotakis jibo careke din di desthilatê de bimîne.

Hilbijartinên Yekşemê li jêr sîya binavbûna keştîya koçberan ya 14ê Hezîranê, ku tê de guman heye bi sedan kes mirine.

Di gera hilbijartinê ya 21ê Gulanê de, partîya Demokrasîya Nû ya Mitsotakis bi 20 xalan li hember partîya Syriza ya çep bi serket. Ji sala 2015 heta 2019 desthilata Yûnanistanê di destê Syriza de bû.

Lê di wan hilbijartinan de partîya Demokrasîya Nû nikarîbû piranîyeke zelal bidest bîne ku pêwîst e jibo hikûmeteke bê koalisyon damezrîne. Ev jî bû sedema lidarketina gera duyem ya hilbijartinan jibo misogerkirina piranîyê di parlemana 300 kursî de.

Li gor rapirsînên herî dawî, tê diyarkirin ku partîya Demokrasîya Nû dê dora 40 ji sedî ji dengan bidest bîne û partîya Syriza ya bi serkêşîya Alexis Tsipras dê dora 20 ji sedî wegire.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG