Wezîrê derve yê Yûnanistanê roja Yekşemê serdana Tirkiyê kir, piştî ku roja Duşema borî erdhejeke wêranker rû da, tevî hevrikiyeke demdirêj di navbera herdu welatên NATOyê de.
Li gorî dîmenên televîzyona dewletê ya ERTê, wezîrê derve Nikos Dendias beriya ku bi helîkopteran biçin herêmên erdhejê, ji aliyê hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ve bi hembêzeke germ hat pêşwazîkirin.
Hatina wî piştî erdhejê yekem serdana wezîrekî Ewrupî ye bo Tirkiyê.
Dendias di civîna çapemeniyê ya li Antakyayê ya digel Çavuşoglu got, "Ez sersaxiyên herî germ yên hikûmeta Kyriakos Mîtsotakis û tevahiya gelê Yûnanistanê ji bo windahiyên piştî du erdhejên wêranker bo serkirdayetiya Tirkiyê û gelê Tirkiyê radigihînim."
Çavuşoglu wiha got: "Ev yek yekbûna gelên Yûnan û Tirkiyê nîşan dide. Yûnanistan yek ji wan welatan bû ku piştî erdhejê bang li Tirkiyê kir û pêşniyara alîkariyê pêşkêşî Tirkiyê kir."
Çavkanî: AFP