Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bankayên Yunanî Îro jî Girtî Dimînin


Bankên Yunanistanê îro Sêşemê girtî man, di vê demê de ku welêt amade ye ku bi fermî nedana 1.8 mîlyar dolar wekî qerz li Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) ragihîne.

Tevî ku paşeroja aborîya welat nedîyar e, wezareta darayî ya Yunanistanê got, ewê dora 1000 navendên bankan li seranserî welêt veke da ku karkenar bikaribin pereyan jibo hefteyekê bikişînin.

Li ber e, hemwelatîyên Yunanistanê 5’ê Tîrmehê dengdanê jibo referendumekê li ser gereke nû ya gavên kêmkirina xercîyan ya Ewrupayî bikin. Serokwezîr Alexis Tsipras li dû vê yekê ye.

Birêz Tsipras roja Duşemê got, ewê rêzê li encama referenduma Yekşemê bigire, lê wî hişyarî da ku hikûmeta wî ya çepgir dê van reformên nû bicî neyîne.

Deyndarên Ewrupayî daxwaza reforman dikin, wek şerta pêşkeşkirina bi mîlyaran dolaran deynên nû ji wî welatî re.

XS
SM
MD
LG