Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Yunanî ji Berdana 2 Leşkerên Wê Dilgeş E


Wezareta Derve ya Yunanistanê, ser berdana du leşkerên wê ji alîyê Tirkîyê ve, razîbûna xwe dîyar kir.

Du leşkerên Yunanistanê, ku di ser Edîrne re ketibûn axa Tirkîyê û ji Adarê vir ve girtîbûn, do Sêşemê hatin berdan.

Her du leşker, piştî kontrolên saxlemîyê bi firoka ku hikûmeta Yunanistanê şandibû, vegerîn welatê xwe.

Wezîrê Berevanî yê Yunanistanê Panos Kammenos pêşwazîya leşkeran kir. Wî da zanîn ku ew hêvî dike ku berdena her du leşkeran di navbera Enqere û Atîna de peywendîyeke nû çêke.

Her du leşker dabû zanîn ku ew bi şaşî ketine axa Tirkîyê, lê dadgehên Tirk ew bi sîxurîyê tawanbar kiribûn.

Peyvajoya girtîbûna her du leşkeran, girjîya di navbera Tirkîye û Yunanistanê de gur kiribû.

Ji alîyê din ve, Tirkîye ji Yunanistanê dixwaze ku 8 leşkerên piştî hewildana darbeyê derbazî axa wê bûne radestî Enqerê bike.

XS
SM
MD
LG