Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep ya Kesk Jinûve Avabûna Xwe Ragihand


Partîya Çep ya Keskan (YSP) ya Partîya Demokratîka ya Gelan (HDP) ji lîsta wê ketibû hilbijartinê, jinûve avabûna xwe ragihand.

Berdevkên nû yên YSP’ê bûn Dîdem Betul Goçer û Ahmet Asena.

YSP’ê ji medyaya civakî ragihand ku ewê li Tirkîyê deng xwe jibo demokrasî, azadî û wekhevîyê jinûve bilind bike.

Wê partîyê dîyar kir ku ewê têkoşîna xwe bi hemî hêzên rikeberîya civakî re bimeşîne.

HDP jiber doza ser girtina wê ji lîsta Partîya Çep ya Keskan ketibû hilbijartinên giştî yên Gulana 2023’yan.

Rêvebir û dildarên HDP’ê jibo hilbijartinên herêmî yên 2024’an li Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) kom bûne.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG