Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Xebatkarên Saxlemîyê di Grevê de Ne


Îro Sêşemê bi pêşengîya Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) li Tirkîyê xebatkaren saxlemîyê jiber mercên xirab di çarçoveya çalakîya ‘Nobeta Sipî’ dest bi grevê kirin.

Li bajarê Wanê jî hejmarek zêde xebatkarên saxlemîyê jibo ku daxwazên wan ji alîyê hikûmetê ve were qebul kirin îro ketin grevê.

Dr. Huseyîn Yavîç
Dr. Huseyîn Yavîç

Serokê Odeya Doktorên Wan û Hekarîyê Huseyîn Yavîç, bibîrxist ku navenda wan TTB berya saleke ji Wezareta Saxlemîyê jibo çareserkirina pirsgirêkên di qada tendirûstîyê de daxwaza hevdîtinê kiribû û wî got ku hin jî wezaretê daxwaza wan qebul nekiriye.

Li navenda TTB’ê, ji 26’ê Rêbandanê vir ve bi şîyara “Keda me ye, gotina me ye” çalakîya ‘Nobeta Sipî’ hatiye destpê kirin. Yavîç dibêje ku ew bi van çalakîyan dixwazin dengê xwe bidin bihîstin.

“Niha pirgirêkên karmendên tendirîutîyê pir zêde ne û di vê ev pirsgirêke werin çareser kirin. Xebatkarên saxlemîyê pir zêde kar dikin û hindik pere distînin. Herwiha li hember wan jî tundî zêdebûye. Bi vê yekê di xizmetên saxlemîyê d astengî çêdibin û mafê saxlemîyê yê civakê jî tê binpê kirin.”

Herwiha Odeya Doktorên Wan û Hekarîyê ku di bin sîwana TTB’ê de cîh digire, li xwastin li ber derîyê Nexweşxan Dursun Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê xwepêşandan li dar xistin.

AA_08_02_22_Greva Xebatkarên Saxlemîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00

XS
SM
MD
LG