Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dê Kursîya Lindsey Graham Çawa Were Tijekirin?

Senator Lindsey Graham
Senator Lindsey Graham

Mirina ji nişka ve ya Senator Lindsey Graham roja Yekşemê valahîyek mezin di piraniya Komarparêzan de dihêle, û ev yek dê bikeve ser milê parêzgarê Karolînaya Başûr ku di demeke kurt de vê kursîyê tijî bike.

Mirina wî li wîlayeta Karolînaya Başûr di nûnertîya jibo Civata Senatoran ya Kongresê de valahîyek derxistîye holê.

Li gor qanûnên wîlayetê, Parêzgar Henry McMaster, ku Komarî ye, jibo dema mayîn ya Graham li Senatoye mafdar û berpirsîyar e ku cîgirekî erkdar bike.

McMaster, dikara du rêgehan bişopîne: jibo vê kursîya Graham cîgirekî erkdar bike ku wê heya dawîya 2026’an li senatoyê bimîne. Yan jî ew dikare ku cîgirekî erkdar bike ku heman kes di hilbijartinên seretayî yên Partîya Komarî de jî pêşbazîyê bike û di Mijdarê de bibe berbijar.

Graham meha borî di hilbîrtîna seretayî ya partîya komarî de pêşbazê xwe yê sereke Mark Lynch têk biribû û jibo hilbijartinên Mijdarê jibo Civata senatoran wek berbîjarê Karolînaya Başûr ya partîya Komarîyan hatibû destnîşan kirin.

Graham amadekarî dikir ku bi berbijara Demokrat Annie Andrews re pêşbazîyê bike.

Piştî erkdarkirina kesekî ji alîyê parêzgar McMaster, li gor qanûnên wîlayetê, Komarî divê niha di hilbijartineke seretayî ya taybet ya di nîvê Tebaxê de, jibo hilbijartinên Mijdarê li şûna Graham kandîdekî nû diyar bikin.

Komarîyên ku dixwazin jibo kursîya Graham berbijêr bin, divê serlêdanê bikin ku wê di 21’ê Tîrmehê de vebe û hefteyekê vekirî bimîne.

Piştre wê di 11’ê Tebaxê de hilbijartineke seretayî werin darxistin, lê ger ti berbijar ji sedî 50 dangan negire, we dora duyê pêk were.

Serketîyê wê pêşbirkê ewê di Mijdarê de, jibo endamtîya Civata Senatoran ya bo serdemek şeş salî wê bi berbijara Demokrat re pêzbazîyê bike.

Di hevpeyvînekê bernameya "Meet the Press" ya NBCê roja Yekşemê de, Serok Donald Trump got ku ew ji niha ve li ser wê mijarê difikire, ka ewê hilbijartina seretayî ya Tebaxê de piştgirîyê bide kê.

"Kesek heye ku bi bawerîya min wê pir baş be, lê ez naxwazim niha bêjim jiber ku, jiber Lindsey, hîn zû ye. Ez naxwazim behsa kesî bikim, lê kesek heye ku ez difikirim ku bi rastî baş e," Trump got.

Hêjayê gotinê ye ku Graham ji 2003’an ve li Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka nûnertîya wîlayeta Karolînaya Başûr dikir û berê çar geran jî li Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka xizmet kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG