Breaking News

Gruba Anonymous Êrîşî Malperên Hikûmeta Çînî Dike

Bizavkarên Macarî di xwepêşandanekê de piştgirîya "Anonymous" dikin. Budapeşt, Mararistan, Sîbat. 11, 2012.
Bizavkarên Macarî di xwepêşandanekê de piştgirîya "Anonymous" dikin. Budapeşt, Mararistan, Sîbat. 11, 2012.

Gruba Êrîşbirên Înternetê ya Navnetewî, Anonymous dibêje, wan êrîş bir ser bi sedan malperên Çînî û çend malperên hikûmetê jî hack kirine, weku protesto dijî sîyasetên sansurkirina înternetê li Çînê.

Nameyeke grubê li ser înternetê îdia dike ku wê, hefteya borî, bi kêmî ve 500 malper li Çînê hack kirine û gelek agahdarî ji wan malperan dizîne.

Peyîvdarê Wezareta Derve ya Çînê, Hong Lei pênasîn kir û got ku hikûmeta Pekînê bû qurbana van êrîşan, lê wî da xuya kirin, karênerên înternetê li Çînê bi azadî nêrînên xwe dîyar dikin.

XS
SM
MD
LG