Breaking News

‘Emo’ yên Îraqê di Bin Gefê de ne

Li gor raportên nûçeyan, çekdarên tundrê li naverast û başûrê Îraqê ‘Emo’ yan dikin armanc.

Hejmareka jêderên nûçeyan herwiha radigihînin ku li Bexda ya paytext Emo dihêne kuştin.

Muştaq El Mehmedawî, karbidestê polîsê Bexda, dibêje ku polîsên payextê lêkolînê li ser vê pirsê dikin, lê belê wî got ku tu kes jiber stayla Emo nehatîye kuştin.

Li gor raporteyka taybet, 56 Îraqî yên Emo ji layê çekdar û hêzên polîsê Îraqî ve hatîne kuştin.

Jibo pêzanînên pitir, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG