Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Neh Parêzgehên Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreka teqînan li neh parêzgehên Îraqê, bi kêmî ve 53 kes hatin kuştin û 200 kesên din birîndar bûn.

Êrîşên roja Yekşemê li başûr, naverast û bakura Îraqê hatin kirin.

13 ji wan êrîşan bi sedema teqîna otomobîlan bûn, ku çar ji wan li Bexda ya paytext bûn.

Li gor Wezareta Tenduristî ya Îraqê, qûrbanîyên êrîşên Yekşemê bi kêmî ve 50 kuştî û 200 birîndar in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG