Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido: Dijî Malbata Min Gef Têne Xwarin


Juan Guaido
Juan Guaido

Rêberê Rikeberîya Venezuela Juan Guadio, ku xwe wek serokê demkî yê wî welatî ragihandibû, dîyar kir li ser malbata wî gef hene.

Guaido li zanîngehekê da zanîn ku polîsên hewil didin ku xanima wî bibînin ketine mala wan û got ku "dîktatorî dibêje qey ewê me bi tiştên wisa bitirsîne"

Wî bang li dîplomatên bîyan kir ku bo berevanîya malbata wî pê re hevkarîyê bikin.

Amerîka û zêdetirê 20 welatên din dijî rejîma Nicolas Maduro piştgirîya Guaido dikin.

Li alîyê din, karbidestên Rûsya, Çîn û Tirkîye bo Maduro piştgirîya xwe ragihandibûn

XS
SM
MD
LG