Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Juan Guaido Banga Grevê Dike


Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido banga grevê kir.

Guiado dîyar kir ku ewê bi rêkên grevê zorê bidin Serokê Venezula Nicolas Maduro ku karvekişîna xwe ragihîne.

Wî ji karmendan xwest ku îro Çarşemê neçin ser karên xwe.

Di protestoyên roja Çarşemê de li Karakas ya paytext jinekê jîyanê xwe ji dest dabû û bi dehan xwepêşandanerên din jî birîndar bûbûn.

Roja Sêşemê, komeke leşkerî ya piştgirîya Guaido dike bi hêzên hikûmetê re pev çûbû.

Maduro dîyar kiribû alîgirên Guiado hewil didin darbeyê pêk bînin, lê wan ew hewildan pûç kiriye.

Guiado û Maduro bang li alîgirên xwe dikin ku bo protestoyan derkevin kolanan.

XS
SM
MD
LG