Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido Ser Qutbûna Elektrîkê Banga Protestoyên Berfireh Dike


Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido ser qutbûna elektrîkê banga protestoyên berfireh kir.

Guaido, di mîtîngeke li Caracas ya paytext de bang li alîgirên xwe kir ku bo xistina Serokê Venezula Nicolas Maduro amadekarîyên xwe yên dawî bikin.

‘’Çira vemirîn û em êdî nikarin wek aktorên pasîf rawestin’’ Guaido got.

Wî dîyar kir ku protessto dê roja Şemîyê li dar kevin, lê ti hûrgilî neda.

Li Venezuela, ku bi kêşeyên aborî û sîyasî re rû bi rû maye, qutbûnên elektrîkê yên dawî roja Duşemê destpê kiribû û dewam kiribû.

Maduro ser qutbûna elektrîkê Amerîka û rikeberîya bi piştgirîya wê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG