Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido Bang li Artêşa Venezuela Dike ku Rê li Ber Alîkarîyan Negirin


Juan Guaido, ku xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû û ji alîyê gelek welatên rojavayî hatibû nas kirin, dîyar kir ku ewê heta 23’ê Sibatê alîkarîya mirovî di hindurê welêt kin û li gel belav bikin.

Guaido, li Caracas ya paytaxt, di mîtînga dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro de da zanîn ku ewê bi sed hezaran alîgirên wî bo sitandin û belavkirina alîkarîyê bi hev re bixebitin.

Wî bang li alîgirên xwe kir ku xwe di dawîya hefteyê de hazirîyên xwe bikin û ji Artêşa Venezuela jî xwest ku bo alîkarî di hindurê welêt kevin, piştgirîyê bidin.

Artêşa Venezuela, ku li alîyê Maduro ye, bo alîkarîyan asteng bike, pira sînor ya di navbera Kolombîya û Venezuela de girtibû.

XS
SM
MD
LG