Guatemala jî piştî Amerîka ragihand ku ewê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bibine.
Serokê Guatemala Jimmy Morales dîyar kir ku wî ferman daye ku balyozxaneya welêt bibin Orşelîmê.
Morales ji Facebookê da zanîn ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axifîye, biryar daye û dest bi amadekarîyan kiriye.
Serokê Amerîka Donald Trump tevî hemî bertekên ji seranserê cîhanê jî dîyar kiribû ku ewê balyozxaneya Amerîka ji Tel Avîvê bibin Orşelîmê.
Tirkîye û Yemenê dijî biryara Trump, bernivîseke ku rê li vekirina balyozxaneyan li Orşelîmê digire bo dengdanê bir Neteweyên Yekbûyî (NY).
Serok Trump berî dengdanê dabû zanîn ku ewê alîkarîya aborî ji ser welatên piştgirîyê didin bernivîsê bibirin.
Bernivîs li Civata Giştî ya NY’ê bi 128 deng hat pejirandin. 9 welat dijî bernivîsê deng da û ji wan yek Guatemala bû.