Piştî Amerîka, Guatelama jî li Orşelîmê balyozxane vekir.
Serokê Guatemala Jimmy Morales û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, beşdarî vekirina merasîma balyozxaneyê bûn.
Morales ser vekirina balyozxaneya li Orşelîmê got ku ‘’biryareke wêrek’’ e û Benjamin jiber vê spasîya Guatemala kir.
Wazareta Derve ya Îsraîlê jî ser balyozxaneyê dîyar kir ku ‘’kêlîyeke pir baş e’’
Li ber e ku Paraguay jî hefteya pêş li Orşelîmê balyozxaneyê veke.