Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Guçlu: Ez Bawer Nakim ku PKK Çekan Deyne


Şandeyeke hevbeş ya BDP'ê û KCD'ê li Herêma Kurdistana Îraqê ye ku ligel karbidestên herêmê û bi rêvebirên bilind yên PKK'ê hevdîtinan bike.

Hevdem, rojnameya Milliet ya Tirkîyê jî hurgilîyên hevdîtina rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya bi şandeya BDP'ê re eşkere kir.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de sîyasetvan û nivîskar Îbrahîm Guçlu li ser Pêvajoya Îmrali'yê nêrînên xwe ji radyoya me re dîyar dike.

Birêz Guçlu dibêje, destpêkirina hevdîtinan bi Ocalan re gaveke erênî ye, lê Qandîl, Ewropa û BDP gîş ji vê prosesê nerazî ne jiber ku ew jî dixwazin di vê prosesê de cîh bigirin.

Îbrahîm Guçlu dibêje, "Ez bawer nakim ku Qandîl de qayil be çekan deyne çimkî PKK'ê hebûna xwe li ser çekan damezrandîye."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG