Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyona Hêzên Esad de 32 Kes li Gutaya Rojhilat Hatin Kuştin


Piştî êrîşên esmanî dûman ji bajarokê Erbin ya Gutaya Rojhilat bilind dibin 23/11/2017
Piştî êrîşên esmanî dûman ji bajarokê Erbin ya Gutaya Rojhilat bilind dibin 23/11/2017

Ajansa Reuters ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di operasyona hêzên rejîma Sûrî û hevalbendên wê de, herî kêm 32 kes îro Yekşemê li Gutaya Rojhilat hatine kuştin, gelekên din jî birîndar bûn.

Gutaya Rojhilat ya nêzî paytaxt Şamê, yek jî deverên herî dawî ya bin kontrola serhildayan e û hêzên Beşar Esad di demên dawî de hewlên xwe zêde kirine ku ew dever bixin bin kontrola xwe.

SOHR dide zanîn ku bi kêmî ve 127 kes ku di nav wan de 30 zarok jî hene, di êrîşên topan de û yên esmanî de, ku berî du heftê destpê kiribûn, hatine kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Gutaya Rojhilat yek ji herêmên “bêşer” ya rojavayê Sûrîyê ye ku navbera hêzên Esad û yên serhildayan de, bi navbeynkarîya Rûsya hatibû ragihandin.

Hêzên Esad ji sala 2012’an vir ve Gutaya Rojhilat dorpeç kiriye û hîngê vir ve, krîzeke mirovahî li wê derê berdewam dike.

XS
SM
MD
LG