Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê Bang li Sîvîlên Gutaya Rojhilat Kir ku Ji Herêmê Derkevin


Hikûmeta Sûrîyê bang li sîvîlên Gutaya Rojhilat kir ku ji herêmê derkevin.

Helîkopterên leşkeri belavok bi ser Gutaya Rojhilat de berdan û ji sîvîlan xwest ku ji korîdorên derbazbûnê yên ewle re ji herêmê derkevin.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) dê ser bernivîsa agirbesta Sûrîyê ya bo 30 roj dengdanê bike.

Nûnerê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stefan de Mistura dîyar kir ku bo Gutaya Rojhilat divê demûdest agirbest destpê bike.

De Mistura bang li Tirkîye, Rûsya û Îranê, ku garantorên peyvajoya Astana bûn, kir ku kom bibin û herêmên ewle yên Sûrîyê jinûve dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG