Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bang Qedexekirina Reklamên Şewita Fosîl Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Çarşemê got ku jibo ew cîhanê ji bandorên xirab yên krîza îqlimê rizgar bikin divê reklamên kompanîyên şewit (sotemenî)a fosîl werin qedexe kirin.

Guterres di Roja Hawîrdorê ya Cîhanê de dîyar kir ku kompanîyên komir, petrol û gazê bi dehan sal in rastîyan manîpule dikin û agahîyên şaş didin mirovan.

‘’Çawa ku reklamên titûnê jiber zararên wê yên ser saxlemîyê gel hatin qedexe kirin divê jibo reklamên şewitên fosîl jî werin qedexe kirin. Bang li hemî dewletan, medya û sazîyên teknolojîyê dikim ku ji reklamên sotemenîyên fosîl demûdest dûr bikevin.’’

Wî dîyar kir ku berpirsên herî mezin yên germbûna global kompanîyên sotemenîyên fosîl in.

Gotinên Guterres li vê demê rast tên ku cîhan di asta rekoran de germahîyê dibîne.

Agahîyên Yekîtîya Ewrupa (YE) ser îqlimê nîşan didin ku di 12 mehên dawî de her meh li gor salên borî di asta rekorê de germ e.

Banga Guterres ya ser qedexekirina sotemenîyên fosîl hewildanên di vê mijarê de radike asteke din, lê ew nikare xwe bispêre qanûnan û NY nikare qedexeyeke wisa bixe merîyetê.

Lê bi vê banga Guterres dibe ku kesên dijî reklamên sotemenîyên fosîl têkoşînê dimeşînin hîn xurt bibin.

Hin tîmên sporê bi reklamên sotemenîyên fosîl têne fînanse kirin û futbol ji demeke dirêj vir ve bi kompanîyên petrol û gazê re danûstandinê dike.

Jiber fikarên ser saxlemîya însanan di demên borî de reklamên alkol û titûnê yên li maçên futbolê hatibûn qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG