Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bang li Hamasê Dike ku Berdana Dîlan Nesekinîne


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Hamasê kir ku berdana dîlan nesekinîne.

Banga Guterres rojek piştî daxuyanîya Hamasê hat ku wê rêxistinê do Duşemê got ew heta ragihandineke nû berdana dîlan disekinîne.

Guterres di daxuyanîya xwe de hişyarîya gurbûna girjîyê da.

‘’Bedela wê çi be jî divê em rê li ber wan çêbûna wan dijminahîyan bigirin ku dikarin li Gaza trajedîyên mezin çêkin.’’

Rêberê payabilind yê Hamsê Samî Ebu Zuhrî îro Sêşemê ji AFP’ê re got ku banga Serokê Donald Trump ya ser berdana dîlan rewş aloztir kiriye ku wî gotibû ku divê hemî dîl heta dawîya hefteyê werin berdan yan jî wê agirbest pûç bibe.

Samî Ebu Zuhrî dîyar kir ku tekane rêka berdana dîlan lihevkirin e û got ku divê Trump vê yekê ji bîr neke.

Pevguhertina nû ya dîlên Îsraîlî û girtîyên Filîstînî wê roja Şemîyê çêbûya.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Israel Katz do Duşemê gotibû ku daxuyanîya Hamasê nîşan dide ku ew agirbesta Gaza binpê dike.

Katz dîyar kiribû ku wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku li Gaza di asta bilind de amade bin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG