Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Duşemê, Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna şermezar kir.
Guterres, di civîna Civata Ewlekarî de, ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov rêberîya wê dikir, dîyar kir ku Moskow bi dagirkirina Ukrayna ew welat hilweşandiye.
Wî dîyar kir ku Rûsya bi dagirkirina Ukrayna hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û bûye sedem ku Ukraynî bi êşên giran re rûbirû bimînin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê got ku bi şerê li Ukrayna re zarareke mezin gihiştiye aborîya cîhanî.
Şerê Rûsya û Ukrayna di Sibata 2022’yan de destpê kir.
Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.
Rûsya, Washington û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP