Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ser Sûriyê


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, îro Şemiyê daxuyaniyek derbarê Sûriyê weşand.

Daxuyanî di malpera fermî ya Netewên Yekbûyî de hatiye weşandin, behsa derbazbûna 13 salên şerê navxweyê Sûriyê dike û dide zanîn ku piştî ewqas kuştin, êşkence, girtin, koçberî û derdeseriyên mezin Sûrî di rewşeke pir xerab de dijîn û nîva welatiyan, hatine kuştin, birîndar kirin, yan koçberin li welat û derveyî welat.

"Meha Adarê saleke din ya dijwar ya pevçûn, hovîtiyên sîstematîk, û êşên nedîtî li Sûriyê nîşan dide."

Di beşekî din yê daxuyaniyê de hatiye ku "Ev 13 sal in, Sûrî rastî wêranî û derbiderbûn, binpêkirinên hovane û sîstematîk û binpêkirinên yasaya navdewletî tên, di heman demê de ku daxwazên wan ji bo rastî, dadmendî û hesabpirsînê bêpar mane."

Daxuyanî dibêje niha ji her 4 welatiyên Sûrî sê kes hewcedarê alîkariya mirovahî ne. Zêdeyî nîva şêniyên welat ji derdê birçîbûnê dinalin.

Tevahiya civakê di nava bizav û xebatê de ye, da ku bikarin bijîn û nîva welatiyan jî, ji malên xwe koçber bûne.

Daxuyniya Guterres dibêje, "Berpirsiyariya me hemûyan heye ku em parastina bêcezakirin bidwaî bikin."

Bi sed hezaran, eger ne bi milyonan be, ji rewşa heyî ya wêrankar bêpar nemane, hatine kuştin, koçber bûne û bê war û mal mane.

Daxyunaî dibêje, "Her wiha em xebatên girîng yên Saziya Serbixwe ya Windahiyan ku ji aliyê Komîta Giştî ve hatiye avakirin, tînin pêş çavan. Divê em hemû tiştên pêwîst bikin ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn û pêbawer ku daxwazên rewa yên gelê Sûriyê li gor biryara Civata Ewlekariyê ya hejmar 2254 (2015) tev bigerin û şert û mercên pêwîst ji bo vegera penaberan ya bi dilxwazî, bi ewlekarî û bi rûmet pêk bînin."

XS
SM
MD
LG