Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Antonio Guterres, Rêkeftina Amerîka û Îranê bi Germî Pîroz Dike

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di peyamekê de pîrozbahî li rêkeftina Amerîka û Îranê kir û got ku "Ez bi germî pêşwaî dikim. "

Guterres, di peyama xwe ya ku di platforma Xê de weşandî got، "Ez bi germî pîrozbahiyê li Amerîka û Îranê dikim ji bo gihîştina rêkeftineke aştiyê ku agirbesteke bilez û mayînde, vekirina Tengava Hormuzê, û her weha çarçoveyek ji bo danûstandinên din peyda dike. Ev gaveke girîng a ber bi çareserkirina aştiyane ya pevçûnê ve temsîl dike. "

"Ez spasiya xwe ya kûr ji Pakistan, Qeter, Misir, Erebistana Siûdî, Tirkiye û welatên din ên herêmî re dişînim, ji bo rola avaker a ku di piştgiriya danûstandinên ku bûne sedema rêkeftina aştiyê de lîstin, " Guterres got.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump êvarîya Yekşemê 14ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ku li ser tora civakî Truth Social weşand, wî ragihand ku "peymanek bi Komara Îslamî ya Îranê re hat temamkirin. Li hemûyan pîroz be."

Serok Trump got rê li ber vekirina bê-sînor a Tengava Hormuzê hatiye vekirin û di heman demê de fermana rakirina dorpêçê daye hêzên deryayî yên Amerîkayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG