Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bo Neterkandina Gelê Afganîstanê Bang li Konseya Ewlekarîya NY Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Duşemê bang li Konseya Ewlekarîya NY kir ku "tevahîya alavên ku di dest de hene bikar bîne da ku gefa terorê ya cîhanî ya li Afganistanê têk bibe"

Hevdem, Antonio Guterres xwest ku rêzgirtina bo mafên mirovan yên bingehîn were garantî kirin, Guterres got, "Em raporên pir awarte yên di derbarê sînordarkirina giran ya mafên mirovan ji seranserê welêt werdigirin. Ez bi taybet jiber zêdebûna daxuyanîyên ser binpêkirinên mafên mirovan yên dijî jin û keçên Afganistanê ditirsim."

Guterres bi berdewamî di civîna Konseya Ewlekarîyê ya ku ji endametiya15 welatan pêk tê de wiha got, "Em nikarin û divê em gelê Afganistanê neterkînin."

Balyoza Amerîkî ya li NY, Linda Thomas-Greenfield di axaftina xwe ya di civîna Konseyê de axivî û got ku êrîşên dijî sivîlan yan tiştên sivîl divê rawestin Thomas-Greenfield got, "Divê mafên mirovan û azadîyên bingehîn yên hemî hemwelatiyên Afganî, bi taybet jibo yên jin, keç û endamên komên hindikahîyan rêz were girtin."

Balyozê Afganistanê yê NY Ghulam Isaczaî ji Civata Ewlekarîyê re got ku ew ji bo mîlyonan kesan diaxife, yên ku 'çarenivîsa wan di xeterîyê de ne " tevî jin û keçên ku ewê azadiya xwe ya çûyîna dibistanê, xebatê û beşdarbûna jiyana siyasî, aborî û civakî ya welêt winda bikin."

Isaczaî bang li konseyê û NY kir da ku ti rêvebirîya ku bi zorê desthilardar be yan jî hikûmetek ku ne ciharengî be, divê neyê nas nekin.

Hevdem, Isaczaî ji wan xwest ku jibo damezrandina dem ûdest hikûmetekî veguhezîner ya demkî, bang bikin.

Li Afganistanê , nêzîkî 3.000 karmendên neteweyî û nêzî 300 karmendên navneteweyî yên NY hene.

"Hebûna NY dê li gor rewşa ewlehîyê were guhertin. Lê berî her tiştî, emê bimînin û di dema hewcedarîyê de piştgirîyê bidin gelê Afganî," Guterres got.

Serokê Afganistanê Eşref Ganî roja Yekşemê ji Afganistanê revîya jiber ku çekdarên îslamî yên Talîbanê ketin nava Kabulê û desthilatdarîya welat bi dest xistin; 20 sal piştî ku ew ji hêla dagirkirina bi pêşengîya Amerîka ve hatibû xistin.

Karbidestên Talîbanê bi armanca aramkirina panîk û fîkaran daxuyanî ragihandin.

Di bin desthilatdarîya Talîbanê ya di navbera 1996 û 2001'an de, jin nikarîb ûn bixebitin, destûr tûnebûne ku keç biçin dibistanê û jin ger bixwestana ji malên xwe derkevin divê rûyê xwe veşêrtana û xizmek mêr divê di gel wan ba.

XS
SM
MD
LG