Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bang li Îsraîl û Filistînîyan Dike ku Girjîyê Kêm Bikin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bo girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de banga bidawîkirina wê kir.

Antonio Guterres bi daxuyanîyeke nivîsî da zanîn ku karbidestên ewlekarî yên Îsraîlê divê karanîna hêzê durist bikin.

Guterres dîyar kir ku li hin navendan Îsraîlê top û roket ketine û got ku ew rewiş nayê qebûl kirin.

Wî da zanîn ku NY bo girjîya di navbera Filistîn û Îsraîl de kêm bibe bi hemî alîyan re dixebite.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) jî dîyar kir ku bi pevçûnên Îsraîl û Hamas ya Gaza birêve dibe herî kêm 30 kes hatine kuştin û bang li alîyan kir ku girjîyê kêm bikin.

XS
SM
MD
LG