Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Hişyarî Dide ku Birçîbûna Seranser Cîhanê Xirabtir Dibe


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Duşemê hişyarî da ku guherîna jingehê û pevçûn hem sedemên zêdebûna xizanîyê, nevekheviya dahat û bihayên xwarinê ne û hevdem hem jî encam in.

"Xizanî, newekheviya dehatê û lêçûna giran ya xwarinê berdewam dike ku jîyana bi saxlemîya baş ya 3 mîlyar mirovan asteng dike. Hem guherîna jingehê û hem jî pevçûn encam û sedemên vê felaketê ne,"Guterres got.

Guterres di civînek li Romayê de jî got ku sîstema xwarina cîhanê sedema sê ji yeka tevahîya gazên serayê ye.

Wî di peyameke vîdyoyî de destnîşan kir ku ev heman sîstem ji % 80 windabûna cihêrengîya biyolojîk pirsîyar e.

Di civînê de bo hilcivîna sîstemên xwarinê yên NY ku ewê di Îlonê li New York'ê were dar xistin, bang hate kirin.

Raporeke NY ya vê mehê diyar kir ku li gor 2019'an sala borî 161 mîlyon pirtir kes rûbirûyê birçîbûnê mane û her wiha îhtîmal e ku gelek êş û pirsgirêkên mirovan bi pandemîya COVID-19 ve girêdayî be.

Li gor heman raporê, di 2020'an de nêzî 811 mîlyon mirov rûbirûyê birçîbûnê mane.

Sazîya Fona Navneteweyî ya Pêşxistina Çandinîyê ya NY (IFAD) bang li qanûndaneran kir da ku 'têkçûnên di sîstemên xwarinê de çareser bikin" ku bi sed mîlyonan mirov xizan û birçî dihêlin.

IFAD sazîyeke Neteweyên Yekbûyî ye û alîkarîya çandinîya bi rêjeya piçûk armanc dike.

Guterres da zanîn ku xebata amadekarî ya li Romayê dê jibo kiryarên ku divê vê dehsalên pêş de were kirin û her wiha bo "başbûnek adilane û domdar ya jiber pandemîya COVID-19" alîkar bibe.

Pisporê sereke yê aborîyê yê IFAD dîyar kir ku jibo xilaskirina 100 mîlyon mirovan ji rewşa kêmxwarina domdar, heya 2030'an her sal zêdetirê 14 mîlyar $ pêwîst dike.

Hevdem, wî got ku bo giheştina armanca NY ya rêjeya sifir ya birçîbûna ya 2030'an sê qat pirtirê 14 mîlyar dolaran, pêwîst dike.

Li gor pêşbînîyên NY, dê ev armanc jiber giheştina nêzî 660 mîlyon kesan pêk neyê û 30 mîlyon wê jimarê dibe ku 'bi bandorên domdar ên pandemîk ve girêdayî be.'







XS
SM
MD
LG