Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Antonio Guterres Bo Çalakîya Dijî Darbeyan Bangê Konseya Ewlekarîyê Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja Sêşemê bûyerên ku wî wek "serpêhatiyeke darbeyan" bi nav kir, bi rengekî tund rexne kir.

Antonio Guterres ev daxuyanîya berîya Konseya Ewlekarîyê ser darbeya li Sudanê kom bibe, da.

Wî bang li Konseya Ewlekarîyê kir ku bi awayekî bi bandor wan darbeyan rawestîne.

Guterres careke din, destdayîna desthilata li Sudanê ji aliyê artêşê ya roja Duşemê şermezar kir û ji hemû alîyan xwest ku "bêhnfirehrîya herî zêde" nîşan bidin.

"Gelê Sûdanê bi zelalî xwesteka xwe ya jibo reform û demokrasîyê nîşan da," Guterres got.

Fermandarê artêşa Sudanê Ebdulfetah el Burhan roja Sêşêmê berevanîya darbeya leşkerî kir û got ku wî hikûmeta serokwezîr Abdalla Hamdok jibo ku şerê navxweyî

Darbeya li Sudanê piştî darbeyên leşkerî yên li Myanmar, Malî û Gîneyê û hewildanên derbeyê li çend welatên din, ya herî dawî ye.

Guterres bal kişand ser dubendîyên xurt yên jeopolîtîk, "dijwarîyên di girtina tedbîrên xurt" yên Konseya Ewlekarîyê û bandora aborî û civakî ya pandemîya COVID-19; ku ev hawirdoreke diafirîne ku hin fermandarên leşkerî hîs dikin ku ew bi tevahî xwedîyê mafê bêcezabûnê ne.

"Ew dikarin çi bixwazin bikin jiber ku tişteke dê neyê serê wan," Guterres got.

Konseya Ewlekarîyê bi daxûyanîyan fîkarên xwe yên ser rewşa li Myanmarê nîşan da û darbeya leşkerî ya li Malî şermezar kir.

Dîplomatan got ku ew li ser daxuyanîyeke dijî darbeya Sudanê gotûbêjan dike.

XS
SM
MD
LG