Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Peyamên Salvegera 20'an ya Êrîşên 11'ê Îlonê Diweşînin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Qiralîçeya Brîtanî Elizabeth daxuyanî derbarê salvegera 20’an ya êrîşên 11’ê Îlonê yên terorîstî li Amerîkayê, belav kirin.

Daxuyanîya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio:

m îro rojeke xemgîn bibîr tînin ku bi mîlyonan mirovên li seranserê cîhanê xistibû nav êş û fikaran.

Di wê rojê de nêzîkî 3,000 kesan ji bêtirî 90 welatan jîyanên xwe di êrîşên hovane yên terorîstan de ser Amerîkayê ji dest dabûn, bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.

Di vê rojê de, hiş û bala min ligel qurbanî û malbatên wan in.

Em silavê li kesên rizgarbûyî dikin, ew ên ku tevî hemû êş û birînên fîzîkî û hestyarî, dikarîbû jîyana xwe berdewam bikin.

Em rêzê li karmendên hawarçûnê digirin, ew ên ku jîyana xwe xistin metirsîyê û gelekan jî jîyanên xwe ji dest dan û bûn mînaka mirovahîyê û hezkirinê ku armanca terorîzmê tunekirina wan nirxan e.

Em herwiha tînin bîra xwe çawa civaka navnetewî berî 20 salan piştgirî û yekîtî nîşan da, wekî daxwaz bo paşerojeke bê terorîzm.

Îro, em bi piştgirî ligel gelê New Yorkê, Amerîka û hemû qurbanîyên terorê li her devereke cîhanê radiwestin. Em dîsa pêgirîya xwe nîşan didin ku em bi hevre kar bikin ku berevanîya maf û xwestekên xwe bikin.

Peyama Qiralîçe Elizabeth ji Serokê Amerîka re:

Di vê demê de ku em salvegera 20’an ya êrîşên 11’ê Îlonê sala 2001’ê bi bîr tînin, hiş û duayên min û malbat û hemû welatê min jibo qurbanî, rizgarbûyî û malbatên ku zîyan dîtine ne. Duayên min herwiha jibo karmendên hawarçûn û rizgarkirinê ne.

Serdana min bo cîhê Navenda Bazirganîya Cîhanî ya sala 2010’an hîn jî di bîra min de zindî ye. Ew yek tîne bîra min ku li dema em rêzê li wan kesên ji gelek welat û olan digirin, em herwiha silavê li hêz û berxwedana wan civakan dikin, ew ên ku gihiştin hev da ku jinûve ava bikin.

XS
SM
MD
LG