Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bersîva Nameya Juan Guaido Da


Antonio Guterres
Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bersîv da nameya Juan Guaido.

Guaido, ku xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû, bi nameyekê ji Guterres re dîyar kiribû ku li welatê wî bi mîlyonan kes di şertên mirovî de najîn û di destên wan de derfetên perwerdehî, ewlekarî û xwarin-vexwarinê tune.

Wî di nameya xwe de bang li NY’ê kiribû ku bo Venezuela çareserîyekê bibînin.

Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric bi preskonferansekê nûçeyên ser bersîva Guterres piştrast kir.

Dujarric da zanîn ku Guterres di bersîva bo Guaido de dîyar kir ku NY bo alîkarîya mirovî amade ye, lê divê bo vê hikûmet destûrê bide û hevkarîyê bike.

Li gor daxuyanîya Dujarric, Guterres di nameya xwe de herwiha gotiye ku rêwabûna hikûmetekê ne bi biryara sekreterê giştî, lê li gor biryarên endamên NY’ê yên di Civata Giştî û Civata Ewlekarî de dîyar dibe.

XS
SM
MD
LG