Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Piştgirî Da Peymana Ser Îdlibê


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres derbarê peymana Rûsya û Tirkîyê ya ser Îdlibê axifî.

Guterres dîyar kir ku divê li herêmê rê li ber hemî operasyonên leşkerî were girtin û bi mîlyonan sivîlên li wir werin parastin.

Wî da zanîn ku ew bi awayekî erênî li peymana Rûsya û Tirkîyê, ku çêkirina herêmên ewle pêşnîyaz dike, dinêrin.

Guterres bang li hemî kom û dewletên li Sûrîyê şer dikin kir ku li gor peymanê tevbigerin û bihêlin ku alîkarîyên mirovî bi awayekî ewle herin Îdlibê.

NY’ê berê dîyar kiribû ku ger li Îdlibê ceng çêbe û ewê yek ji komkujîyên herî mezin yên Sûrîyê pêk were.

XS
SM
MD
LG