Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres êrîşên dijî nexweşxaneyên Îdlibê bi tundî şermezar kir.
Guterres bang li alîyên şer yên li Sûrîyê kir ku li gor peymana herêma ewle ya Îdlibê tevbigerin.
Wî da zanîn ku divê herêmên sivîlan werin parastin û dijî nexweşxane û xebatkarên wan êrîş li dar nekevin.
Li Îdlibê, do Pêncşemê di êrîşên hêzên hikûmeta Beşar Esad de, li Îdlibê 5 sivîl hatibûn kuştin û 27 sivîlên din jî birîndar bûbûn.