Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bang li Koreya Bakur Dike ku Dev ji Kiryarên Neyênî Berde


Ala Koreya Bakur
Ala Koreya Bakur

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Sêşemê avêtina mûşekeke balîstîk ya Koreya Bakur ya roja Yekşemê şermezar dike.

Berdevikê NY Farhan Haq ev agahî ji zarê Antonio Guterres ragihand.
Haq da zanîn ku Guterres daxwazê ji Pyongyang dike "ku dev ji kiryarên din yên dij erenîyê berde."

"Ev binpêkirina moratoriuma Koreya Bakur ya sala 2018'an ya ser destpêkirinên bi vî rengî û binpêkirina eşkere biryarên Konseya Ewlekarîyê ye. Bûyereke girîng ya fikarê ye ku Koreya Bakur dîsa goh nedaye pîvanên ewlehîya firînên navneteweyî yan ewlehîya deryayî," Haq got.

XS
SM
MD
LG