Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: 90 ji Sedê Pêketinên Korona li Bajaran Çêbûne


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku li bajarên qelebalix rîska belavbûna vîrusa korona zêde ye.

Antonia Guterres roja Sêşemê bi vîdeoyekê bal kişand ku 90 ji sedê pêketinên vîrusa korona li bajaran hatine tespît kirin.

Li gor agahîyên dawî yên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) li seranserê cîhanê pirtir ji 16 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine 646,641 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Guterres da zanîn ku vîrusa korona bo guherandina bajarîbûna li seranserê cîhanê fersend çêkirine.

‘’Êdî wext hatiye ku em jinûve li ser bajarîbûnê bifikirin û şêweyeke din bidin wê’’ Guterres got.

Wî dîyar kir ku di vê qonaxa pandemeyî de metirsîya bo bajarîyan zêdetir e û got ku 24 ji sedê bajarîyan li herêmên feqîr dimînin û li wan deran bi qasî hewcedarîyê navendên saxlemîyê û nexweşxane tune ne.

Sekreterê Giştî yê NY’ê herwiha da zanîn ku di qonaxa pandemîyê de rêkên nû yên meş û duçerxeyan vebûna û got ku bi wan re kalîteya hewayê jî guherîye.

Guterres dîyar kir ku bi ger ew bo bajaran gavên pêwîst biavêjin, ewê ne tenê dijî pandemîyê, lê dijî qirêjîya hewa û guherîna îqlimê jî têkoşînê bikin.

Wî bang li berpirsên dewletan kir ku sîyaseta xwe ya bo îqlimê biguherînin û berevanîya wê bikin.

XS
SM
MD
LG