Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Destpêka Civata Giştî ya NY de Guterres Hişyarî Dide


Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya salane îro Sêşemê li bajarê NewYork ya Amerîka destpê kir, bi beşdarîya serok, rêber û karbidestên payebilind yên welatên cîhanê.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres Civata Giştî ya NY bi gotarekê destpê kir, tê de hişyarî da rêberên welatan ku cîhan di xeterekîyeke mezin de ye.

"Zivistaneke nerazîbûna cîhanî li asoyan dîyar dibe. Bawerî tê xwarê, newekhevî belav dibe û gerdûma me dişewite. Xelk diêşin, bi taybet yên herî hejar bêtir zîyanê dibînin," Guterres di gotara xwe de got.

Rêberên welatan wê îro di Civata Giştî ya NY ya de gotarên xwe pêşkeş bikin, yên ku piştê sê salan cara yekê ye du bi kesane kom dibin.

Guterres bo rêberan ne tenê girîngîya peywira "mezin" ya rizgarkirina cîhanê dîyar kir, wî hevdem têkoşîna dîjî pandemîya domdar ya COVID-19 jî destnîşan kir.

Wî herwiha bal kişand ku di warên perwerde, tenduristî û mafên jinan paşveçûn hene û di peydakirina darayî ya bo çereserîya van kêşeyan astengîyên girîng hene, ku wî wek krîzeke nehatiye dîtin, bi nav kir.

XS
SM
MD
LG