Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li hemî alîyên şer yên li Sûrîyê kir ku bo meha Remezanê agirbestê ragihînin.
Guterres dîyar kir ku di rojên dawî de li başûrê Îdlibê û li bakurê Hama gelek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û da zanîn ku ew jibo pevçûnên gur dibin ketine fikarên kûr.
Wî ji zarê jêderên ji herêmê ragihand ku pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û komên serhilda de zêde bûne û got ku divê jiber ‘’meha Remezanê ya pîroz’’ agirbest destpê bike.
Sazîyên navneteweyî didin zanîn ku ji dawîya Nîsanê heta niha bi qasî 150,000 kes ji herêma Îdlib û Hama koç kirine.