Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Li Sûrîyê Divê Hemî Alîyên Cengê Operasyonên Leşkerî Rawestînin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bo Sûrîyê bang li hemî alîyên cengê kir ku hemî operasyonên xwe yên leşkerî rawestînin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê bi daxuyanîyekê da zanîn ku Guterres jiber pevçûnên li başûrê rojavayê Sûrîyê ketiye fikaran kûr.

‘’Pevçûnên ku li başûrê rojavayê Sûrîyê roj bi roj gur dibin û dijminîyê di navbera alîyên şer de zarareke mezin dide sîvîlan. Li herêmê metirsîyeke mezin heye. Divê hemî operasyonên leşkerî yên herêmê demûdest rawestin’’ Guterres got.

Guterres bi bîr xist ku par di navbera Amerîka, Rûsya, Urdunê de peymaneke kêmkirina girjîyê hatiye îmza kirin. Guterres da zanîn ku tevî peymana agirbestê jî li herêmê pevçûn didomin.

Guterres da zanîn ku jiber pevçûnan alîkarîya mirovî bi awayekî serbest nayê kirin û bang li hemî alîyên cengê kir ku li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin.


Sekreterê Giştî yê NY’ê dîyar kir ku kêşeya li Sûrîyê bêîstiqrarîya li herêmê kûrtir dike û li welatên cîran jî gefên mezin çêdibin.

Guterres bang li hemî alîyan kir ku di ser danûstandinên dawî yên Cenevrê rê bala xwe bidin ser pêşvebirina peyvajoya siyasî.

XS
SM
MD
LG