Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Ser Bûyerên li Bakurê Sûrîyê Xembar E


Berdevke Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Stéphane Dujarric, îro Yekşemê bi daxuyanîyekê xembarîyên Sekreterên Giştî yên li ser rewşa leşkerî û mirovahîyê belav kir.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku Sekreterê Giştî ji ber bûyeren leşkerî li bakurê rojhilata Sûrîyê pir xemgîn e, ku heta niha bûye sedema gelek kuştî û birîndarên sivîl û herwûha penaberîya herî kêm 160,000 kesan.

Ew bang dike da ku sînordarkirina asta herî bilin ya erîşan pêk were, û dest nîşan dike ku her operasyonek leşkerî dive li gor pîvanên rêzdarîya hiqûqa navneteweyî, di nav de Peymana Neteweyên Yekbûyî û Qanûna mirovahî ya navneteweyî jî heye, were meşandin.

Sekreterê Giştî banga avakirina heremekî bê şer ya lezgînî dike û bang li hemû aliyan dike ku nokokîyên xwe bi rêyên aştiyane çareser bikin.

Sekreterê Giştî dest nîşan dike ku sivîlên ku beşdarî wan şerê çekdarî nabin divê di her demê de werin parastin. Her wusa, divê binesaziya sivîl li gorî qanûna mirovahî ya navneteweyî were parastin. Ew bi taybetî bale dikşîne ser rewş û mafên mirovên ku mecbure pênaberîyê bune.

Ewbi armanca Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wê yên rexistinên alîkarîya mirovahî bikaribin xebata xwe ya krîtîk li bakurê Sûrî bidomînin, pedîvîya garantî kirina gihiştina domdar, bêsînor û ewlehî ya mirovî ya di nav de derbaz kirna sînoran jî bo gihîştina sivîlan dide ber çavan.

Ew her wûha bi fikariyek cidî radigihîne ku operasyona leşkerî ya didome dikare bibe sedema azadkirina kesên bi DAIŞê re têkildarin, dibe ku bibe encamên xeter.

Sekreterê giştî biryara bi hejmara 2254 ya sala 2015 an ya Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbuyî bibîr tîne, ku dibeje her pîlana bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê divê serwerî, serxwebûn, û yekbûna axa Sûriya bipejîrîne.

XS
SM
MD
LG