Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres bo Cemal Xaşiqcî Banga Vekolîneke Berfireh Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bo dîtina berpirsên kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, banga kuştina vekolîneke bi lez, berfireh û zelal kir.

Cîgirê Berdevkê NY’ê Ferhan Hak di preskonferansa rojane de pirsên ser Xaşiqcî bersîvandin.

Hak bi bîr xis ku piştî eşkerebûna kuştina Xaşiqcî, Guterres dîyar kiribû ku ew jiber vê mijarê ketiye ‘’xemên kûr’’

Hak da zanîn ku Sekreterê Giştî bo dîtina berpirsên kuştina Xaşiqcî banga vekolîneke bi lez û berfireh dike.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên derbarê kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê rêvebirîya Rîyadê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî li konsulxaneyê hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG