Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Federalî ji Bajarê Seattle ya Eyalata Washingtonê Derketin


Racial Injustice Seattle
Racial Injustice Seattle

Leşkeren Amerîkî ku ji bo parastina avahîyên fedarîlî hatibun şandin li bajarê Seattle ya eyalata Washingtonê, ji bajarê derketin.
Şaredara bajarê Seattle Jenny Durkan ragihand ku leşkerên Amerîkî piştî nerazîbunên karbidesten heremî ya bajerê Seattle ji ber peywdarkirina wan ji bajare derketin.
Ji kuştina George Floyd yê Afrîkîyên Amerîkî vir ve, xwepeşandanên li diji nijadpêrestîyê li çend bajarên Amerîkayê de berdewam dike. Di 25î meha Tirmehê de, bi hezaran xwepêşanderên Amerîkî li derveyê dadgeha bajarê Portland yê wîlayeta Oregon kom bûn û agir avêtin avahiya dadgehê, di demekê de ku polîsê fedralî gazên rondikrêj li dijî wan bikar anîn. Hefteya bori, piştî şewitandina dadgehê, hûkûmeta fedaralî bo parastina avahîyên fedaralî hêzên leşkerên Amerîkî şandibu bajarê Seattle ê.

Şaredara Seattle Durkan li dijî şandina leşkeren Amerîkî derdikeve û dibeje ew leşker bê destûra karbidesten heremi li vir bun û ew ji aloziyan derdixıst. Durkan yek ji wan şaredaren Demokratan e ku banga rawestandina tundi tujiya li diji xwepeşendaran kir ku li diji nijadpêrestî û tûndî tujîya polîsan ew demekê ye ku çalakiyan lidardixin.

Wezîrê Dadê William Barr dibejê karbidestên fedaralî ji bo sekînandina hilweşandina avahîya dadgehê çûbûn Portlandê û îddîayên Demokratan ku dibejin leşkêrên Ameriki bi fermana Seroke Amerika Donuld Trump çûbun wir red kir. Demokrat, rexne li Serok Trump dikin û dibejin ew dixwaze hezên leşkerên Amerîkî ji bo kempeyna xwe ya hilbijartinê bikarbîne.

Xwepeşandanên li diji nijadperêstiyê, di dawîya heftêya borî, li çend bajarên Amerîkayê de hat lidarxistin. Di xwepêşandana bajara Austin ya eyalata Texas e de zilamek hatiye kuştin û li bajare Aurora ya eyalata Colorado de ji du zilam birindar bûn. Zilamek bi tawana birîndarkirina wan zilaman hatîye girtin.

XS
SM
MD
LG