Karbidestên Hîndistanî îro Sêşemê ragihand ku hejmara kuştîyên jiber hilweşîna pira peyayan li bajarê Morbi giheştiye 135 kes kesan.
Li Morbî ya eyaleta Gujarat, roja Yekşemê pireke peyayan ya ser çemê Machhu dema ku bi sedan kes li ser bûn hilweşîya. Pira 143-salî, berî demeke kin hatîbû tamîr kirin û di 26’ê Cotmehê de jinûve hatibû vekirin.
Li gor ragihandina karbidestan, heya niha 196 kes hatin rizgar kirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî didomin.
Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi îro serdana qada bûyerê kir û bi karbidestan re civîneke li dar xist û piştre serdana kesên birîndar yên li nexweşxaneyê kir.
“Girîng e hemî hêmanên ku bi bûyerê re têkildar in bi hûrgulî werin eşkere kirin û divê dersên ku ji qezayê têne derxistin zû werin bicîhanîn,” Modi, ku bixwe ji eyaleta Gujarat e, got.
Wî da zanîn ku ewê ji xizmên kesên ku di qezayê de mirine re 2 hezar û 430 dolar û ji kesên birîndar re jî 600 dolar dirav bidin.
Berpirsê Giştî yê Polîsan Ashok Yadav da zanîn ku 9 karbidest û karmend yên bûyerê do Duşemê hatine desteser kirin.
Malbatên hêrsbûyî ku şîna xizmên xwe digirin bal kişand ser vê yekê ku çima pir û ji hêla malpera turîzmê ve wekî "cîheke ewle ya hunerî û teknolojîk" tê bi nav kirin.
,Ew baê dikşînina ku pir di dema kolonyalîzma Brîtanî de, di dawiya salên 1800an de hatibû çêkirin.
Karbidestan got ku pir di bin giranîya bi sedan kesî de hilweşîya ye û di nîvê de perçe bû. Vîdyoyeke media civakî jî nîşan da pir bi tundî diheje û qurbanî berî ku bikevin nava çem, hewil didin xwe li kabloyên pirê û têlên wê yên metalî bigirin.
Pira ku 230 metre dirêj e, piştî tamîrkirina 6 mehan di 26ê Cotmehê de jinûve hat vekirin, roja yekê ya Sersala Gujarati, ku hevdem demsala festîvala Hînduyan e.
Ji ber Festîvala Dîwalî (Ronahî) ya Sersala Gujarati gelek kes hatin bajarê turîstîk Morbi.
Partiyên opozîsyonê rexne li hikûmetê dikin, bi sedema ku kontrolên teknîkî yên pêdivî li ser pirê nekiriye.