Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Navbera Hîndistan û Çînê de 3 Leşkerên Hîndistanî Hatine Kuştin


Di pevçûnên navbera leşkerên Hîndistanî û yên Çînî de 3 leşkerên Hîndistanî li ser tixubê kêşebar yê her du alîyan hatine kuştin.

Jîderên artêşa Hîndistanî ragihand ku kuştina 3 leşkerên wê di encama pevçûneke neçekdarî qewimî, piştî ku leşkerên her du alîyan bi şiv û keviran êrîşî hevdu kirin.

Cara yekê ya di nav 53 salan e ku di alozî û kêşeya sînorî de mirin çêdibin.

Hikûmeta Hîndistanî ji bûyerê hikûmeta Çînê berpirs nîşan da û rojnameya bin kontrola hikûmetê ragihand ku ji alîyê Çînê jî kuştî hene.

XS
SM
MD
LG