Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan Nikane Pêşî li Belavbûna Korona Bigire


Wezareta Saxlemîya Hîndistanê îro Pêncşemê ragihand ku wan rojeke din borand ku pirtir jî 400 hezar pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Karbidestên saxlemîyê bal dikşînîn ku piştî destpêkirina belavbûna lezgîn ya meha borî, cara duyê ye serhev de ye ku bûyerên piştrastkitî yên tûşbûna korona ji 400 hezarî dibore.

Wezaretê jî da zanîn ku bi 412,262 pêketinên nû, hejmara guştî ya tûşbûyan li Hîndistanê ji 21 mîlyonî derbaz kir.

Wezareta Saxlemîyê herwiha ragihand ku di 24 saetên dawî de 3,980 mirinên nû hatine tomar kirin û hejmara giştî ya mirinên piştrastkirî ji bû 230,168.

Lê, pisporên saxlemîyê bawer gumana xwe radigihînin ku hejmarên rastîn yên pêketî û mirîyan gelek ji yên fermî bilindtir in.

Hîndistan ji Destê Korona Tarûmar Bûye
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG